Zelenskiy, Şera û Fidan li Şamê civiyan
Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li Şamê bi Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera re civiya. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî beşdarî hevdîtinê bû.
Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li Şamê bi Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera re civiya. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan jî beşdarî hevdîtinê bû.
Hate ragihandin ku Serok Ukraynayê Volodimir Zelensky li Şamê bi serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri re civiya.
Zelenski li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek da û destnîşan kir ku di mijara zêdekirina ewlekarî, pêşxistina firsendên pêşketinê de bi Şamê re li hev kirine.
Zelensky diyar kir ku rewşa heyî ya li herêmê û derfetên başkirinê rojeva civîna wan bû û bûyerên têkildarî şerê Ukrayna û Rûsyayê jî bûye rojeva wan.
Li aliyê din serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da, diyar kir ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan jî di civînê de cih girtiye. Hate ragihandin ku aliyan li ser mijara pêşxistina têkiliyan, zêdekirina hevkariya aboriyê bi hev re nîqaş kirine.